Komeleya Çandî û Civakî ya Newrozê li Lubnanê ji bo koça dawî ya hunermenda Kurd Gulistan Tahir, xemgîniya xwe anî ziman.
Gulistan Subari duh êvarê koça dawî kir û şopeke mezin ya Hunerê li pey xwe hişt.
bi boneya bi xemgîn Komeleya Çandî û Civakî ya Newroz daxuyaniyek parve kir û tekez kir ku koça dawî ya Gulîstanê windahiyek ji bo qada hunerî ya Kurdî bû.
Komeleyê piştî koça dawî ya wê wekî “jina pêşeng a şanoya Kurdî li Rojava, Kurdistanê” bi nav kir.
Di dawiyê de Komeleya Çandî û Civakî ya Newrozê sersaxiyên xwe yên kûr ji malbata hunermenda rehmetî, hevkarên wê yên di civaka hunerî û şanoyê de, û hemî hezkiriyên wê re xwest.
