Saziya Gaziyên Şer û Encumena Malbetên Şehîdan ên bajarê Reqayê îro bi armanca şermezarkirina komploya 15 sibatê û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, daketin qadan.
Meş bi dirûşma “Bi têkoşîna gelan em ê pergala îmraliyê bişkînin” ji pêşiya ofîsa têkiliyên leşkerî dest pê kir û bi berizkirina siloganên şikandina tecrîdê li qada Navenda Çand û Huner ya bajêr rawestiya û veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de daxuyaniyek hate xwendin, di daxuyaniyê de tekezî li ser têkoşîna ji bo şikandina tecrîda li dijî Rêber APO hate kirin.
ر
