Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Hefteya Avê ya Cîhanê, Forumek bi navnîşana “Av li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di navbera rastî û zehemtiyan de” li dar xist.
Di forumê de 5 mijarên sereke hatin şîrovekirin, ji wan zerarên aborî yên ku bûne sedema qutbûna avê li herêmê, Kêmbûna asta ava çemê Firatê, Bandora asta çemê Firatê, qirêjbûna avê, rewşa mirovî li kantonên Reqa û Dêrazorê, Bikaranîna avê wekî çeka şer û Bandora rasterast a kêmbûna avê li ser jinan bûn.
Beşdarên Formê diyar kirin ku divê rêveberiya xwecih a avê were pêşxistin û siyasetên ku avê wekî çekekê li dijî herêmê bi kar tînin werin belgekirin.
Forum bi encamnameyekê bi dawî bû ji giringtirîn encam jî bi armanca parastina qada hêşînê û jêderên avê ji qirêjê bernameyek were danîn.
