KONGRA STAR SALVEGERA DAMEZRANDINA XWE LI QAMIŞLO PÎROZ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Kongra star îro bi durişma “bi ruhê Sozdar, Cîhan û kerem û bi felsefeya jin jiyan azadî em ê têkoşîna xwe bilind bikin” salvegera damezrandina xwe bi şahiyekê pîroz kir.
Şahî li hola zana ya bajarê Qamişlo bi amadebûna tevahî rêxistinên jinan, partiya Yekîtiya Demokratîk PYD, Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM û Rêveberên jin ên rêveberiya xwese hate lidarxistin.
Di şahiyê de piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Desteya jin axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de salvegera damezrandina Kongra star li tevahî jinên kurdistan, rojhilata navîn û cîhanê hate pîroz kirin û Hat gotin, kongra star bi xebat û têkoşîna xwe bû mala hemû jinan û ji bo bidestxistina azadî û mafên her jinekê mohra xwe li dîrokê da.
her wiha hat tekezkirin ku, dê kongra star bi ruhê Sozdar, Cîhan û kerem û bi felsefeya jin jiyan azadî têkoşîna xwe dewam û mezintir bike ta ku bighêje serkeftinê.
Şahiya pîrozkirina salvegera kongra star bi stran û govendan bi dawî bû.

Share This Article