Bi boneya 13’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Rêveberiya Xweser û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamya TEV-ÇAND li baxçeyê Azadî yê li bajarê Qamişlo şahiya pîrozbahiyê lidarxist û soza bidestxistina civakeke azad û demokratîk dan.
Bi hezaran kurd, ereb, suryan-asûr û êzidiyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê bi cil û bergên xwe yên floklorî di pîrozbahiyê de amade bûn.
Pîrozbahî bi dirûşma “Bi rihê Şoreşa 19’ê Tîrmehê, em bi hev re jiyanekeke aram û civateke azad û demokratîk ava dikin” hate lidarxistin.
di şahiya pîrozbahiyê de axaftin li ser navê PYD’ê, Koordînasyona Kongra Star û Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê ve hat kirin û tekezî li ser parastina nirxê şoreşê hat kirin.
Piştî axaftinan Hunermed, Şehrîbana Kurdî, Şerîfê Omerî, Helbestvan Ferhad Merdê stran gotin. Koma Hêva ya stranan û Koma Govendê ya Yersûso ya Suryanî stran gotin û dîlan gerandin.
Şahî bi berzkirina dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û Bijî Berxwedana Gelanbi dawî bû.
