JI BO PARASTINA ZEVIYAN RÊVEBERIYA XWESER REWŞA AWARTE RAGIHAND

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê ji bo parastina zeviyan di mewsima çinînê de, rewşa awarte ragihand ku ji Doh de dest pê kir.

Komîteya Rewşa Awarte ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ji bo nîqaşkirina mekanîzmeyên parastina zeviyan di mewsima çinînê de, civînek lidarxist.

Piştî civînê komîteyê belavokek derxist ku têde rewşa awarte ragihand.
Komîteyê di belavoka xwe de got Ji ber ku mewsima çinînê dest pê kiriye û metirsiyên derketina şewatan zêde bûne, hevseroka Encumena Rêveber a Herêma Cizîrê seferberî ragihand.

Wê tevahî komîteyên rewşa awarte û saziyên rêveberiyê di seferberiyê de bin da ku zevî û hilberînan ji şewatan biparêzin.

Her wiha Komîteyê bang li cotkaran û gel kir ku amade bin, li ber zeviyên xwe nobetê bigirin û wan biparêzin.

Share This Article