Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Ayşe Hemelîka û Endama Kongra Star Heyat Birîm yên Katona Şehbayê hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re şermezar kirin û diyar kirin ku PDK’ê ji destpêka xwe ve di hemêza dijmin de xwedî bûye.
Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê êrîşî qadên gerîla dikin.
Li her çar aliyên kurdistanê daxwaz ji PDK’ê tê kirin ku dest ji xeta xiyanetê berde, lê PDK guh li bangên ti kesî nake û di xiyaneta xwe de berdewam e.
PDK’ê bi van kiriyarên xwe rê dide dewleta Tirk ku Kurdistanê dagir bike.
Hevseroka PYD’ê ya herêma Şehba Ayşe Hemelîka got ku siyaseta PDK’ê û dewleta Tirk yek e, dixwazin kurdan qir bikin.
Her wiha Endama Kongra Star ya Kantona Şehbayê Heyat Birîm anî ziman ku heta dawiyê ew ê li hember xiyanetê bisekinin û ti carî rê nedin xayinan bi ser bikevin.
Dewleta Tirk a dagirker bê navber êrîşan li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê pêk tîne û di encama êrîşan de gelek zirar jî çêdibin lê tevî wê jî PDK li hember van êrîşan bê deng maye û dest ji hevkariya bi Tirkiyê re bernade.
