Di çarçoveya çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê de Meclisa Jinan a Sûriyeyê der barê beşdarbûna jinan di qada siyasî a Sûriyeyê de li Qamişlo panelek li darxist.
Bi dehan Çalakvanên jin, endamên saziyên jinan, siyasetmedar, rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr û hiqûqnas, endamên saziyên civaka sivîl ên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen ên li Rojavayê Kurdistanê li Hola Birc a Qamişloyê tevlî panelê bûn.
Di panelê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê hiqûqnas Nûra Xelîl ve hate kirin û got, jinan di sedsala 20’an de beşeke mafên xwe bi dest xist, lê bi hatina Bihara Gelan û aloziya Sûriyeyê bandoreke neyînî li beşdarbûna jinan di qada siyasî de çêkir.
Beşdaran jî tekez kirin, Divê destûrkek ku hemû pêkhate û tevî hebûna jinan bi hemû rengên xwe, bê çêkirin.
Her wiha gotin, dê ev pêşniyar radestî aliyên peywendîdar û Meclisa Şêwirmendiyê ya Jinan a (NY) bên kirin.
Panel bi girtina hin encamnameyan bi dawî bû.
