MÛNETA ZIVISTANÊ: STRATEJIYEK JI BO RÛBIRÛBÛNA BILINDBÛNA BIHAYAN LI SÛKÊ

Rojava Tv
1 Min Read

Amadekirina mûneta zivistanê kevneşopiyeke kevnar û çavkaniyeke ewlehiya xurek û aboriyê ye ku malbat ji bo rûbirûbûna zivistanê û kêmbûna çavkaniyan, pişta xwe didinê.

Kameraya Rojava TV serdana malekê li Qamişloyê kir û ev rapor derbarê mijarê de amade kir.

Mûneya zivistanî ku yek ji kevneşopiyên gelan e. Her sal weke vê demê, di deatpêka demsala payîzê de, malbat ji bo zivistanê cûreyên cuda yên xwarin û vexwarinan amade dikin û wan diparêzin.

Her jinek di mala xwe de, amdekariyê mûneyê dikin, xwarinên weke tirşî, mekdûs, ava bacan û zebzeyên hişkkirî ji bo zivistanê hazir dike.

Jina ji bajarê Qamişlo ya bi navê, Saliha Keleş behsa amdekariyên mûneta zivisatanê dike û tiştên ku amade kirine rêz dike.

Saliha Anî ziman ku ew ji ber buhabûna tiştan li vê dawiyê, mûneya zivistanê bi destê ku çêdike, da ku hinekî barê lêçûnê kêm bike.

Mûnet hem ji aliyê aborî ve hem jî ji aliyê çandî ve girîng e. Ew dihêle ku xwarinên malê di zivistanê de hebe, û mirovan bi adet û kevneşopiyên xwe re girêdayî dihêle.

Share This Article