tevgera jinên ciwan a Şehbayê, pêşangeheke wêneyên jinên berxwedêr li kampa Berxwedan vekirin. Ev pêşangeh Ji bo pêşwazîkirina roja 25’ê mijdarê, roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê hate amedekirin.
Pêşangeh di bin dirûşmeya Jin Jiyan Azadî û bi beşdariya endamên tevgerê, welatiyên herêmê û endamên saziyan dest pê kir.
Di pêşangehê de tabloyên dema ku jin xezmetî xwezayê dikin û bi keda xwe, hawirdora xwe dixemilînîn, hatin pêşandan.
Her wiha di kujeke din a pêşaneghê de jî wêneyên jinên ku ji bo azadiya welatê xwe şer kirine û gihaştien asta şehadetê, cih girtin.
Beşdarên pêşaneghê jî diyar kirin ku ev heyama mehekê ye ew amadekariya vê pêşanehê dikin û armanca wan ew e ku balê bikşînin ser tundiya li dijî jinan.
