AFIRÎNERÊN NAVEROKÊ: DI NAVBERA BANDORKIRIN Û DAGIRKIRINA HIŞÊ TEMAŞEVANAN DE

Rojava Tv
2 Min Read

Di vê serdema bi lez û bez de ku înternet gihiştiye her quncekî cîhanê, hejmara kesên ku xwe wekî “afirînerên naverokê” didin nasîn zêde dibe û bi sedan rûpel, platformên medyaya civakî dagirtine.

Rojnamevan û xebatakarên medyayaê çawa li vê diyardeyê dinêrin? Û medyaya rastîn çawa dikare bandorkerê (influencer) rastîn ji kesê xapînok cuda bike? Em vê mijarê di raporeke hevkara xwe Nûvîn El-Elî de nas bikin.

Di navbera rastiya nûçeyê û lezkirina belvbûna berpirsyariyê de rojnemevan û çêkerên naverokê li ser malperên civakî ketina nava pêşebaziyekê de.

Agahiya bilez ku zûtir digihîje gel, û agahiya piştrastkirî ku hewceyê çavkaniyên rast – kontrol û berpirsiyariyê ye tevlî heviyek di saziyên fermî yê ragihandinê de çêkiriye

Li aliyekî din civak jî bi çêkerên naverokê re ku bi hezran şopînerê wan hene bandor bûne.

Hin rojnamevan bi awayekî van neynî li van kesan dinêrin ku li pêşiya karê wan zehmetiyan derdixe û hem jî bi çavekî erênî ku derfetên lez û pêşketina rêbaz ji wan re di afrînere dinirxînin.

Ragihandin berpirsyarî û rastî ye, lê di vê serdemê de ev qad ji bo hin kesan bûye meydana zêdekirina like û şopîneran, li gor we ev kesên wisa bandoreke erênî yan jî neyînî li we dikin?

Share This Article