NAVENDA “ÇIRÛSKA HÊVIYÊ” HEWL DIKE ZAROKÊN OTÎZMÊ ENTEGREYÎ NAVA CIVAKÊ BIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Her zarokek xwedî cîhaneke taybet e, û carna ji bo fêmkirina vê cîhanê hewcedarî bi çirûskekê heye.

Li Kobanê, Navenda ‘Çirûska Hêviyê’ bûye hêviya zarokên xwedî otîzm.

Ev navend ku ji aliyê Desteya Jin ve hatiye avakirin, bi rêya mamosteyên pispor derfetê dide zarokan ku hêdî hêdî entegreyî jiyana asayî bibin.

Desteya Jin ya bajarê Kobanê, bi armanca afirandina derfetên kar li pêşiya jinan gelek projeyan bi rê ve dibe, vê dawiyê projeya vekirina navendeke taybet ji bo zarokên xwedî otîzm pêk anî.

Navenda “Çirûska Hêviyê” ya ku ji bo alîkarî û geşedana zarokên bi otîzmê re hatiye veqetandin, di 23’yê Tîrmeha 2026’an de deriyên xwe vekirin.

Ev navend ji ber zêdebûna hejmara zarokên xwedî otîzm û ji bo bersivdayîna hewcedariya wan a bi rênîşandaneke taybet hatiye avakirin.

Li vê navendê, ji aliyê mamoste û pisporan ve xizmetên piştgiriyê yên piralî tên pêşkêşkirin da ku şiyanên zarokan werin pêşxistin û bêtir tevlî civakê bibin.

Armanca sereke ya vê projeyê ew e ku ev zarok hêdî hêdî di nava civakê de entegre bibin û karibin jiyana xwe ya rojane mîna zarokên din bi awayekî asayî derbas bike.

Share This Article