JI RÊXISTINÊN JINAN KAMPANYAYA PIŞTGIRIYA YPJ’Ê: DIVÊ WEKÎ HÊZEK FERMÎ BÊ NASÎN

Rojava Tv
2 Min Read

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava, ji bo piştgiriya YPJê kampanyayek da destpêkirin. Jinan daxwaz kir ku YPJ bi parastina xweseriya xwe, di nava Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de wekî hêzeke fermî bê naskirin.

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava, bi daxuyaniyeke girseyî kampanyaya piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) îlan kir.

Daxuyanî li Stadyuma Şehîdên 12ê Adarê ya bajarê Qamişloyê, bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, hiqûqnas, rewşenbîr û bi dehan jinan hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku parastina cewherî mafekî rewa û gerdûnî ye.

Hat bibîrxistin ku di salên borî de YPJê di şerê li dijî DAIŞ’ê û rêxistinên terorîst de li refên pêş cih girtiye û bi hezaran jin û zarok rizgar kirine.

Jinan diyar kir ku rola YPJ’ê ne tenê leşkerî ye, di heman demê de hêzeke exlaqî û civakî ye ku li dijî zîhniyeta tarî nirxên wekhevî û edaletê diparêze.

Di daxuyaniyê de daxwazên bingehîn ên kampanyayê jî hate aşkera kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû tevgerên jinan, hêzên demokratîk, raya giştî ya cîhanê û medyaya navneteweyî hat kirin ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê û li kêleka têkoşîna azadiyê ya YPJê cih bigirin.

Hat diyarkirin ku beşdarbûna YPJê di nava artêşê de, wê bibe gaveke dîrokî ji bo avakirina saziyeke parastinê ya ku cihêrengiya civaka Sûriyeyê nîşan dide.

Share This Article