Li bajarê Qamişlo şanoya bi sernavê ʹYê ku nayêʹ ku behsa rewşên lawazbûna kesayetê, têkçûyînê û hêviyê, hat pêşandan.
Desteya Çandê ya kantona Cizîrê bi hevkariya Yekitiya Rewşenbîran a herêma cizîrê duh li Parka Xwendinê ya Qamişlo şanoyek pêşkêş kir.
di pêşkêşkirina şanoyê de endamên desteya çandê, rewşenbîr û hezkiriyên şanoyê beşdar bûn.
Aktorên şanogeriyê yê Sûriyeyî yê koçkirî Riyad Esmet , hunermend Ebdulcabir Hebîb û Ebdulmecîd Xelef bûn.
Çîroka şanoyê li ser 2 kesên nediyar in ku têkçûyin, bê hêvîbûn û neçariyê nîşan didin..
li gorî nivîskaran, şano di nava xwe de peymana hêviyê û çawaniya sekna li hember êşan hildigire.
Ebdelmecîd xelef behsa pêşandana şanoyê û deteyên wê ji Rojava Tv re dike.
LI QAMIŞLOYÊ ŞANOYA BI NAVÊ ”YÊ KU NAYÊ” HATE PÊŞANDAN
