SALVGERA 23’EMÎN A DAMEZIRANDIN PYD’Ê LI AMÛDÊ HAT PÎROZKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya salvgera 23’emîn a damezirandina Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê, li bajarê Amûdê çalakiyek pîrozbahiyê hat li darxistin.

Çalakî li navenda PYD’ê ya li bajêr bi amadebûna Endamên partiyê, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û şêniyan dest pê kir.

Di çalakiyê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif ve hate kirin.

Perwîn salvegera damezirandina partiyê li beşdaran pîroz kir, Her wiha keda PYD’ê ya di nava 23’an de nirxand.

Çalakiya pîrozkirinê bi pêşkêşkirina konsêrteke mûzîkê bi dawî bû.

Share This Article