BI DESTEKA RÊVEBERIYA XWESER AGIRÊ LI PERAVÊ TÊ VEMIRANDIN

Rojava Tv
2 Min Read

11 roj in , Tîmên agirkujiyê hewlên xwe ji bo kontrolkirina agirên li perava Sûriyê didomînin.
Endamên Tîmên Destwerdana Lezgîn ên ku ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çûne wê deverê, ji rojava Tv re axivîn û behsa xebata xwe kirin.

11 roj in li pey hev, deverên perava Sûriyeyê rû bi rûyî agirên mezin tê, ku li dû xwe bi hezaran hektarên şewitî dihêle.

Ji herêmên cuda yên Sûriyeyê û heta ji welatên cîranê yên Sûriyeyê di nav de herêmên Rêveberiya Xweser, tîmên agirkujiyê bi lez û bez beşdarî operasyona vemirandinê bûn.

Yek ji endamên Tîmên Destwerdana Lezgîn ku ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çûne wê deverê, ji Rojava TV re axivî û behsa moral û keda tîma xwe ya ji bo vemirandina agir kir.

JI aliyê xwe ve, Rêvberê Parastina Sivîl ya Sûriyê “Mûnir Mustefa” jî diyar ku hevgiritna tîmên agirkujê yên ji herêmên Sûriyê yên cuda, mozayîkek civakî ya bedew nîşan dide.

Her çendî agir ziyanên mirovî tomar nekiribe jî, lê têra xwe deverên kesk şewitandin û cîhekî ku dişibihe biyabanek bêber li pey xwe hişt.

Ji aliyekî din ve jî, qelsiya hikûmeta veguhêz a Sûriyê di rûbirûyî karesat û rewşên awarte de eşkere kir.

Share This Article