XELKÊN MINBICÊ: JIYANEKE AŞTIYANE BI AZADIYA RÊBER APO RE PÊKANE

Rojava Tv
1 Min Read

Her bi armanca banga azadiya Rêber APO, xelkên bajarê Minbicê daxuyaniyek dan û gotin jiyaneke aştiyane bi azadiya Rêber APO re pêkane.
Endamên Encumena Perwerdeyê ya Rêveberiya Sivîl ya Minbicê, komîte û saziyên girêdayî wê, Rêxistinên civaka sivîl û Akademiyên Civaka Demokratîk beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin, her wiha hate gotin , pêkanîna felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rizgariya ji hêzên hegemon e û ji bo avakirina jiyaneke aştiyane pêwîst e Rêber APO fîzîkî azad bibe.
Şêniyan di daxuyaniyê de bang li tevahî azadîxwazan kirin ku tevlî pêngava Azadiyê bibin û têkoşînê mezin bikin.

Share This Article