Çend roj berê Civaka hunerî ya li Qamişlo, li ser nûçeya xemgîn a koça dawî ya muzîkjen Mehmûd Bekir, ku krîza dil derbas kiribû, şiyar bû.
Mehmûd ne muzîkjenek asayî bû; ew mirovek bû ku li dijî asetngiya xwe derket, da ku bi rêya hunerê cîhekî ji bo xwe biafirîne.
Rojava TV bi hevalên Mehmûdê nemir re hevpeyvîn kir, ku xemgîniya xwe ya kûr ji bo windakirina yek ji muzîkjenên pêşeng ên Qamişlo anîn ziman.
Rîtmejenê kurd Mehmûd Ismaîl Bekir ku li bajarê Qamişlo çavên xwe li duniyayê vekiriye, tevî asetngiya di destên xwe de jî lê hezkirinek û evîneke wî ya pir mezin ji rîtmejeniyê re hebû.
Hemû komên mûzîkê yên li Qamişlo Mehmûd nas dikin û di dilê her kesî de bi cihê xwe bi evîn û rêzdariyê girtbû.
Mehmûd Bekir beriya çar rojan di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da. Çûyina wî xemgîniyeke mezin ji bo rêheval, dost, malbat û kesên ku di qada hunerê de wî nas dikirin, çêkir .
Endamê navenda Mihemed Şêxo “Ehmed Hemo” ku pir caran nêzî Mehmûd bû, li ser rola wî yê mezin axivî û keda wî bi bîr anî.
Rêhevalê nemir Mihmûd “Bengîn Elî” jî got ku Mehmûd hevalekî hêja bû û çûyina wî ji bo hemûyan pir giran e .
RAPOR: BÊRÎVAN QASIM – KAMÎREVAN: MANO SILÊMAN
Mîna rîtmejen Mehmûd Bekir bi dehan hunermend û kesên giranbuha hene ku jiyana xwe ji dest dan û bîranîna wan ta roja îro li bîr e.
Rast e ku weke beden ji jiyanê bar dikin, li mîrasa mezin ku di qada hunerê de hiştine, ji nefşekî ta yê din tê parastin.
