ŞÊNIYÊN TAXÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ SERSAXÎ DAN MALBATA ŞEHÎD ÇIYA HOZAN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji malbata şehîd Çiya Hozan re sersaxî xwestin.

Di merasîmê sersaxiyê de koçberên ji Efrînê, rêveberên sazî, meclis, komîn, partiyên siyasî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre axaftin hatin kirin û hate diyarkirin ku bi saya keda şehîdan nasname îmha nabe û erka me ye em rêya wan bişopînin.

Di dawiya merasîmê de beşdaran sersaxî dan malbata şehîd Çiya û dirûşmên “Şehîd namirin” berzkirin.

Share This Article