MECLÎSA GELAN A DEMOKRATÎK BANGA RAWESTANDINA ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Meclîsa gelan a Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên hovane û sîstematîk yên dagirkeriya Tirk şermezar kir û bang li li hêzên navneteweyî kir ku demlidest êrîşan rawestîne.

Meclisa gelan a Demokratîk di daxuyaniya xwe de got:”Tişta ku dewleta Tirk dike sûcê dermirovî ye û armanca wê têkbirina aramî û aştiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Her Meclisê anî ziman ku êrîşên hovane yên tirkiyê binpêkirina eşkere ya peyman û yasayên navdewletî û binpêkirina serweriya Sûriyê ye.

Meclisa gelan a Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hêzên navneteweyî yên li Sûriyê kir ku berpirsyariyên xwe yên parastina herêmê bi cih bînin, qada hewayî ji balafirên dagirkeriya Tirk re bigirin û êrîşan rawestîn e.

Share This Article