Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe li hember destdirêjiyên Komên girêdayî hikumeta demkî li goristanên şehîdan li Reqa, Şedadê û Dêrazorê, nîşan dan.
Meclisê di daxuayniya xwe de hemû şehîd bi bîr anîn û destdirêjiya li ser pakrewangehên şehîdan şermezar kir.
Meclisê diyar kir ku destdirêjiya li ser gorên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk hewldaneke ji bo têkbirina mîrateya têkoşîn û fedakariya deh salan a şerê li dijî DAIŞ’ê ye.
Meclisê bêdengiya navneteweyî ya li hember van sûcan rexne kir û bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku berpirsiyariyên xwe di çavdêrîkirin û belgekirina van bûyeran de bigirin ser xwe.
