Meclîsa Malbatên şehîdan a bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê îro bi daxuyaniyekê xerakirina goristanên şehîdan li Minbicê şermezar kir û banga cezakirina sûcdaran kir.
Daxuyanî bi beşdarya bi sedan şêniyên bajar û gundên derdorê, ji aliyê endamê meclîsê Ebdullah Cemîl ve li pêşiya meclîsa bajêr hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çeteyên dewleta tirk a dagirker di roja cejnê de goristanên şehîdan li minbicê bi hovîtî xirakirin, ev kiryar li dijî nirxên exlaqî û mirovî ne.
Meclîsê di dewama daxuyaniyê de tezez kir ku xirakirina goran kiryarekî dijî mirobahiyê ye û got ew ê piştgirya gelê xwe yê Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê dikin û soza berdewamkirina rêya şehîdan heta serketinê didin.
Meclîsa malbatên şehîdan bang li rêxistinên mirovî kir ku bêdeng nemînin û sûcdaran darizînin.
