Peymangeha Amadekirina Mamosteyan ya Qamişlo, bi boneya Roja Zimanê Kurdî, şahiyek li dar xist .
şahî li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo li dar ket .
Di şahiyê de, bi sedan xwendekar, mamoste , malabatên xwendekaran û endamên Desteya Perwerde û Fêrkirinê beşdar bûn.
her di şahiyê de axaftin hatin kirin û tê de Roja Zimanê Kurdî, roja mîras û sembola kurdî hat pênasekirin.
Şahî bi pêşkêşkirina şanoyekê ji aliyê xwendekar ve û gerandina govendê bi dawî bû.
