Bi boneya 12’emîn salvegera damezrandina Ajansa Nûçeyan a ANHA di 1’ê Adara 2013’an de, ajansê şahiyek li dar xist û soza berdewamiya şopandina rastiyan careke din nû kir.
şahî bi amadebûna bi dehan ji rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê,li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
Di şahiyê de axaftinên pîrozbahiyê hatin kirin, di heman demê de sinevizyon li ser avakirin û xebatên ANHA’yê hat pêşkêşkirin.
endama Meclisa Rêveber a ANHA’yê Arîn Siwêd li ser xebata 12 salan a ajansê got: “ANHA’yê ji destpêka ku ava bûye, hewl da bibe çavê heqîqtê û di rêya ragihandina heqîqetê de 6 şehîd daye û soza şopandina rêya wan da.
Piştî axaftinan, nûçegihan û malbatên şehîdên ajansê hatin xelatkirin.
12 SALVEGERA DAMEZRANDINA AJANSA ANHA HAT PÎROZKIRIN
