RUSPIYÊN HERÊMÊ BANGA BIDAWÎKIRINA HOVÎTÎ Û DAGIRKERIYA TIRKIYÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Ruspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi daxuyaniyekê bang li netewên yekbûyî û rêxistinên hiqûqî kir ku sînorekê ji hovîtiya dewketa tirk re dayine û dagirkeriya wê ya li ser xaka sûriyê bi dawî bike.

Desteyê herêmê êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navendên xizmetê şermezar kir û got, dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze aramiya ku bi saya fedekariyên şervan û xelkên herêmê pêk hatiye têk bibe.

Her desteyê bang li netewên yekbûyî û rêxistinên hiqûqî kir ku sînorekê ji hovîtiya dewketa tirk a dagirker re dayine her wiha dagirkeriya wê ya li ser xaka sûriyê bi dawî bike.

Desteya Ruspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kir ku ew ê wek ruspiyên herêmê tevî hemû pêkhateyan ew ê yekîtiya xwe xurt bikin û li ber xwe bidin.

Share This Article