CENAZEYÊ ŞERVANÊ QSD’Ê CEGER GULO LI QAMIŞLO HAT OXIR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

şêniyên bajarê qamişlo cenazeyê şervanê hêzên sûriya demokratîk QSD ceger gulo bi merasîmeke bi heybet oxir kirin.
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo Cegerxwîn Ehmed Ibrahîm Gulo li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.
di merasîmê de, axaftin li ser navê,Meclîsa Malbatên Şehîdan, Meclîsa Leşkerî ya Qamişlo, Kongreya Îslama Demokratîk û malbata gulo hat kirin û di axavtinan de soza parastina destkeftiyên şahîdan hate dayin.
piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyên “şehîd namirin” hate oxirkirin.
Cegerxwîn Ehmed Ibrahîm Gulo 8’ê Gulanê li bajarê Qamişlo dema li ser erka xwe ya leşkerî bû şehîd bû.

Share This Article