Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê, bi rêya nivîsgeha xwe ya aborî, dest bi projeyên hevkariyê yên bi armanca xurtkirina aboriya civakê, kiriye.
Armanca projeyê ew e ku çavkaniyên dahatên domdar peyda bike. Ev proje li ser bingeha prensîba xebata beşdarbûnê ne, ku dihêle malbat bi awayekî çalak beşdarî rêvebirina projeyan bibin û ji dahata wan sûd werbigirin.
Li gor Nivîsgeha Aborî ya Meclisa Malbatên Şehîdan, hejmara projeyên ku hatine bicîhanîn, gihîştiye nêzîkî şeşan, û plan heye ku di dema nêz de hîn zêde bibn.
