JI BO MISOGERKIRINA MAFÊN JINAN PANELEK HAT LI DARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi diruşmeya “Misogerkirina mafên jinan misogerkirina Sûriya demokratîk e” li kantona Reqayê panelek li dar xist.

Di panelê de, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Jinan a PYDˈê, nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê, endamên Tevgera Hîlala Zêrîn û nûnerên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

di panelê de axaftin hatin kirin û têde bang li jinên sûriyê hat kirin ku çalakiyan dewam bikin da ku mafên xwe di Sûriya nû de mîsoger bikin.

piştre koma Hîlana Zêrîn li ser êşên jinan û zulma ku rêxistinên terorîst li dijî wan pêk anîne û berxwedana li Bendava Tişrînê, şanoyek pêşkêş kir.

Panel bi encamnameyeke bi dawî bû, ji xalên encamnameyê jî: Rola jinan di nivîsandina destûra nû ya Sûriyê de û misogerkirina mafên jinan di destûrê de.

Share This Article