KOÇBERÊN EFRÎN DI NAV ZEHMETIYÊN DIJWAR DE JIYANA XWE BERDEWAM DIKIN

Rojava Tv
2 Min Read

Koçberên Efrîn ev cara duyemîne bi darê zorê koçber dibin û di nav rewşên giran re rû bi rû dimînin.

Koçberên ku niha li bajarê Qamişlo dimînin, diyar kirin ku di vê zivistanê de rewşa wan ji ber ava baranê pir xerab e û nema karin vê yekê hilgirin

Koçberên Efrîn di serê sala 2025’an de cara duyemîn bi darê zorê ji Şehbayê koçber bûn û berê xwe dan cihên bi ewle yên kantona Firat û Cizîrê.

Lê ji ber zehmetiyên dijwar, koçber di pir rewşên giran re rû bi rû dimînin. Di havînê de di germeke giran de rojên xwe derbas dikin û zivisanê rastî berf û seqemê tên.

Koçberên ku niha li bajarê Qamişlo dimînin, diyar kirin ku di vê zivistanê de rewşa wan ji ber ava baranê pir xerab e û nema karin vê yekê hilgirin.

Koçberan gotin ku ji ber nepeydabûna cihan ew di rewşeke bêzar de, li nexweşxaneya gel a bajêr de jiyan dikin.

Ji dema îmzekirina peymana 10’ê Adarê ya di navbera QSD’ê û Hikûmeta Veguhêz de, çavên koçberan li vegera wan li cih û warê wan ne.

Lê ji ber xemsariya Hikûmetê, hîn peyman neketiye meriyetê û rewşa koçberan her weke xwe dimîne.

Share This Article