Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo di roja duyemîn a cejna Qurbanê de serdana malbatên şehîdan kir.
Di serdanê de cejna malbatên şehîdan hate pîrozkirin û hêviya aştî û azadiyê hate xwestin.Meclisa Malbatên Şehîdan, Saziyên Civaka Sivîl, Kongra Star û nûnerên hêzên leşkerî di roja duyem a cejna Qurbanê de serdana malbatên şehîdan kirin.
Ev dîmen ji bajarê Qamişloyê ne, saziyên navborî komîteyeke hevbeş saz kirin û bi rêzê serdana malbatên şehîdan kirin û cejna wan pîroz kirin.
Komîteya ku ji bo serdana malbatên şehîdan hatiye sazkirin, diyar kir ku armanca wan piştevanîkirin û kêfxweşkirina malbatên şehîdan e.
Malbatên şehîdan dan zanîn ku ew bi vê serdanê gelekî kêfxweş dibin û weha behsa hestên xwe kirin.
Meclisa Malbatên Şehîdan di hemû bone û cejnan de serdana malbatên şehîdan û welatparêzan dike. Ji bilî pîrozkirina cejnê ew bi hev du re rewşê jî gotûbêj dikin û pirsgirêkên xwe bi parve dikin.
