Bijîşk û karmendên tenduristiyê li kantona Firatê der barê tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan de, bandorên fîzîkî, bandorên tecrîdê û erkên saziyên mafên mirovan, komxebatek li dar xist.
di komxebatê de rapora têkildarî tenduristî û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê lêkorînera floklorê ya Zanîngeha Kobanê Necah Îbrahîm ve hate xwendin.
Di raporê de hate diyarkirin ku rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan ezmûneke rast ya wijdana cîhanî û zagona navneteweyî temsil dike.
Komxebatê tekez kir ku pêdivî bi nirxwandineke bijîşkî ya serbixwe û berfereh ji bo rewşa Rêber Apo heye, her wiha bang li saziyên tenduristiyê û mafên mirovan kir ku komîteyekê ava bikin, da ku rewşa tenduristiya Rêber Apo bişopînin.
