Kanala ROJAVA TV

PIŞTÎ ZÊDETÎR 10 SALAN HIKÛMETA ŞAMÊ VEGERIYA NAV KOMKARA WELATÊN EREBÎ

ŞÊXMÛS EHMED- SEROKÊ NIVÎSGEHA KARÛBARÊN KOÇBERAN

Serokê Nivîsgeha Karûbarên koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed dibêje, pêwîst e vegera Sûriyê ya ji bo Komkara Erebî bikeve xizmeta çareserkirina aloziyê.

Her wiha dibêje, divê welatên erebî desteka projeya Rêveberiya Xweser jî bikin.

Piştî zêdetirî 10 salan careke din Hikûmeta Şamê vegeriya Komkara welatên erebî û şandeyek bi serokatiya Beşar El- Esed roja înîyê beşdarî civînê komkarê bû.

Rêveberiya Xweser pêşwazî li vegerê kiribû û ragihandibû ku pêwsît ew yek bibe gavekê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê.

Serokê nivîsgeha karûbarên koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed dibêje, pêwîst e welatên erebî desteka projeya Rêveberiya Xweser bikin.

Şêxmûd Ehmed diyar dike, destpêşxeriya Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê take rêya çareseriyê ye.

Rêveberiya Xweser ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve xeta sêyemîn hilbijartiye, her dem ji bo çareserkirina aloziyê banga dîyaloga Sûrî- Sûrî dike, lê ta niha Hikumeta Şamê ti helwestên erênî nîşan nedane.