Meclîsa Gel a Demokratîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rûniştina xwe ya 103’an de qanûna giştî ya elektrîkê erê kir û navê buroya enerjiyê kir desteya enerjiyê.
Di rûniştinê de hemû endamên Meclîsa Gelan û hevserokên Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amade bûn.
Di civînê de madeyên reşnivîsa qanûna giştî ya elektirîkê ku ji 53 made û deh beşan pêk tê û tê de armanc û erkên Desteya Enerjiyê, ruxset û destûrên çalakiyên elektirîkê hene, hatin gotûbêjkirin û piştî dengdanê hatin erêkirin.
di dawiyê de navê buroya enerjiyê hate guhertin û bû desteya enerjiyê.
MECLÎSA GELAN A DEMOKRATÎK QANÛNA GIŞTÎ YA ELEKTRÎKÊ ERÊ KIR
