KOÇBERÊN EFRÎNÊ HÊVÎ KIRIN KU CEJNA BÊ LI SER XAKA XWE PÎROZ BIKIN

Rojava Tv
2 Min Read

Koçberên efrînî ji rojava tv re axivîn û gotin 7 salin ew dûrî axa xwe cejna remezanê û hemû cejnên xwe dûrî efrînê pîroz dikin,koçberan gotin ji ber dûrbûna ji efrînê em bi wateya cejnê nahesin.

Her wiha koçberên efrînî diyar kirin ku 7 salin ew bi çêja cejnê nahesin û gotin em ji bo vegereke bi ewle berxwe didin.

Şêniyên efrînî 7 sal in ji ber êrîşên dagirkeriya tirk koçber bûne û her sal cejna xwe dûrî xaka xwe pîroz dikin.

Piştî hilweşîna rêjîma al bass, koçberên efrînê yên ku li şehbayê diman careke din neçarî koçberiyê bûn û berê xwe dan herêmên ewle yên rêveberiya xweser .

Koçberên efrînî ji ROJAVA TV re axivîn û gotin 7 sal in ew dûrî axa xwe ne û tekez kirin ku hêvî û daxwazên wan cejna bê li Efrînê pîroz bikin.

Her wiha koçberên Efrînî diyar kirin ku 7 sal in ew bi çêja cejnê nahesin û gotin em ji bo vegereke bi ewle li ber xwe didin.

Di sala 2018 an de dewleta tirk a dagirker bi 72 balafirên cengê êrîşî efrînê kir û di encamê de dagirker ,ji wê demê ta niha şêniyên efrînê hemû rê û resmên xwe dûrî Efrînê pîroz dikin.

Share This Article