Yekitiya Ragihandina Azad YRA, nivîskar û rojnamevan şehîd Seyîd Evran, di 2’yemîn salvegera şahadeta wî de, li Parka Xwendinê ya li bajarê Qamişlo bi bîr anî.
Di merasîmê bîranînê de hevrê û şagirtên şehîd Seyîd Evran, Rêveber û endamên YRA’yê, sazî û dezgehên ragihandinê, TEV-DEM’ê, PYD’ê û Meclisa Malbatên Şehîdan beşdar bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan destpê kir, piştre hevrê û dostên şehîd Seyid Evran li ser rêwîtiya jiyana wî axivîn û gotin; Seyîd Evran lêkolîn û lêgerîna xwe li ser rastiya gelê Kurd û doza Kurd meşand.
Her wiha derbarê jiyan û têkoşîna şehîd Seyîd Evran de sînevîzyonek hat pêşkêşkirin, û endamên Koma Botan stran diyarî bîranîna şehîd Seyîd Evran kirin.
Piştre beşdaran berê xwe dan goristana şehîd Delîl Saroxan û mûm li ser gora wî pêxistin.
