HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN-JIN SALVEGERA DAMEZRANDINA XWE PÎROZ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi merasîmekê salvegera 9`emîn a damezrandina xwe pîroz kir û soza Parastina Ewlehiya herêmê da .

Merasîm li Hola Mişwar a bajarê Reqayê bi amadebûna endam û fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, nûnerên Rêvebeirya Xweser, şervanên YPJ′ê, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê û Kombûna Jinan a Zenûbya , hate li dar xistin.

Tê de hevseroka Encumena Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid axivî û got Damezrandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin destekeftiyeke Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berhema fedakariyên şehîdan e.

Her wiha destnîşankir ku jinên herêmê xwe di tevahî qadên siyasî, leşkerî û rêveberiyê de bi rêxistinkirin

Share This Article