Endamê Meclisa Perwerdeyê ya kantona Reqayê “Besam El-Hemed”, diyar kir ku Manîfestoya Rêber Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk”, pirsgirêkên li Rojhilata Navîn nîqaş dike û çareseriyên alternatîf pêşniyar dike.
Besam El-Hemed got: “Rêber Abdullah Ocalan her tim ji bo xizmeta civakê têkoşiyaye û daxwaza azadî û edaletê kiriye.
