Bi armanca xurtkirina girêdanên yekîtî û hezkirinê di navbera pêkhateyên civakê de, Yekitiya 24 Eşîrên Hevêrka bi civîneke berfireh li Hesekê meclisa xwe ava kir.
Civîn di bin diruşmeya “Bi hev re ji bo vegerandina rûmeta Hevêrkayê” hat li dar xistin.
Bi sedan ji Rûspiyên eşîrên herêmê, nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî li Hola Şeto ya li bajarê Hesekê beşdarî civînê bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, beşdarên civînê yekîtiya eşîra Hevêrka pîroz kirin û diyar kirin ku ew bi avakirina mecliseke giştî pir kêfxweş in.
Her wiha beşdaran anîn ziman, bi yekîtiya ku di navbera pêkhateyan de çêdibe, em dikarin herêma xwe dûrî terorê bixin.
Şêwimendê Êla El Cibûr Ekrem Mehşûş navên 13 endamên Meclisa Yekitiya Eşîrên Hevêrkan xwendin.
Civîn bi tekezkirina girîngiya hevkarî û girêdana di navbera hemû pêkhateyên civakê de û xebata bi hev re ji bo bidestxistina pêşerojeke aramtir û hevgirtîtir bi dawî bû.
