PIRTÛKA “LI SER RÊYA AZADIYÊ” LI QAMIŞLO HATE ÎMZEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Malbatên Şehîdan şahiya îmzekirina beşê yekem a pirtûka “Li ser şopa azadiyê, dayikên ji Rojava” li dar xist.

Şahî li hola civînan a goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê hate birêxistinkirin. Pirtûk ji aliyê Ciwan Omer ve hatiye nivîsandin.

Piştî deqeyekê rêzgirtine Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Cizîrê Masûm Hesen axivî û got: Belgekirina têkoşîna dayikên şehîdan gelekî girîng e.

Her wiha nivîskar Ciwan Omer jî got: “Ji bo ked, fedakarî û têkoşîna dayîkan were belgekirin, wî pirtûk nivîsand.

Her di şahiyê de Rojava Tv ji bo keda wê di ragihandina rastiyê de hat xelatkirin.

Şahî bi imzekirina pirtûkê û belavkirina wê bi dawî bû.

Share This Article