Malbenda rewşenbîrî ya Helebê ji bo nîqaşkirina pergala nenavendiyê îro panelek li taxa Şêxmeqsûd şerqî li dar xist.
Bi dehan rewşenbîrên herêmê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, MSD’ê û partiyên siyasî tevlî panelê bûn.
Panel ji aliyê mamoste Ehmed Bîrhat ve hate pêşkêşkirin û tê de naveroka nenavendiyê di çareserkirina aloziya Sûriyê de hate nîqaşkirin.
Di panelê de hate gotin, take rêbazê çareserkirina krîza Sûriyê pergala nenavendiyê ye.
Piştre beşdaran nêrînên xwe bi parve kirin û panel bi dawî bû.
MALBENDA REWŞENBÎRÎ YA HELEBÊ PERGALA NENAVENDIYÊ NÎQAŞ KIR
