Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê, kampanyayeke bi navê “Kom Bibe” ji bo Pêngava Aştî û Civaka Demokratîk ragihand.
Yekitiya Jinên Ciwan di daxuyaniya xwe de got: “Em bersiva xwe ya li hemberî dîrokê û banga Rêber Apo didin û dixwazin berpirsiyatiya dîrokî ya pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi pêşengiya jinên ciwan rakin”.
Yekîtiyê anî ziman, Bi diruşmeya “Bi hevaltiya komînal bi Rêbertî re bijîn” kampanyaya xwe ya 4 mehan didin destpêkirin.
Yekitiya Jinên Ciwan di dawiyê de tekez kir ku jiyana herî bi rûmet, jiyana komînal û rêxistinî ye. Rêxistinbûn parastina herî xurt ya civakê ye”.
