ŞOREŞA ROJAVA ZIMANÊ KURDÎ JI ASÎMÎLASYONÊ RIZGAR KIR

Rojava Tv
2 Min Read

Cîgira Rêveberiya Dibistanên Dêrikê ‘Yasmîn Hadî’, ji Rojava TV re axivî û li ser kêliyên destpêkê yên pêşxistina ziman di nava şoreşa 19’ê Tîrmehê de rawestiya.
Yasmîn Hadî got: Şoreşa Rojava ne tenê şoreşeke siyasî bû, lê belê serhildana zimanekî dijî mirin û têkçûnê bû.

Bi pêketina çirûska yekem a şoreşa 19’ê Tîrmehê di sala 2012’an de, gelê Kurd girîngiyeke mezin da zimanê xwe yê dayikê, ji ber vê yekê, Şoreşa Rojava wekî Şoreşa Ziman jî di nava gel de hat naskirin.

Ji bo pêşxistina zimanê Kurdî bi rengekî akademîk, akademiyên zimanê Kurdî hatin vekirin, û lêkolînerên bijartî yên di vî warî de hatin amadekirin, da ku fêrkirin bi li ser bingeheke pîşeyî, sîstematîk û zanistî bi pêş ve here.

Di çarçoveya karûbarê pêşxistina ziman de, Cîgira Rêveberiya Dibistanên Dêrikê ‘Yasmîn Hadî’, ji Rojava TV re axivî û li ser kêliyên destpêkê yên pêşxistina ziman di nava şoreşa 19’ê Tîrmehê de rawestiya.

Yasmîn Hadî tekez kir ku gelê Kurd bi israr e ku di çarçoveya destûra nû ya Sûriyeyê de, mafên xwe yên çandî û zimanî bi dest bixe.

Ji dibistaneke biçûk li gundê Derqaliya yê kantona Efrînê û li ser destê çend mamosteyan, tova yekem ya avakirina Saziya Zimanê Kurdî hat çandin.

Di roja îro de, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sê zanîngehên payebilind weke nivîşka vê şoreşê hatine damezrandin, û zarokên vê welatî fêrî ziman û çanda xwe ya resen dike.

Share This Article