KOMBÛNA JINAN A ZENÛBYA KOMXEBATEK LI REQAYÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ya kantona Reqayê di bin dirûşmeya “Em bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komunal ava bikin” komxebatek li dar xist.

Komxebat bi tevlêbûna endamên saziyên sivîl û leşkerî, li hola Meclisa Navîn a Reqayê hate lidarxistin.

Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê Rojda Ehmed bi awayekî berfireh şêweyên tundiya sîstematîk a li dijî jinan nirxandin.

Rojdayê bal kişand ser pêwîstiya destpêkirina xweguhertinê û got, divê em bi hev re wekheviyê ava bikin.

Piştî axaftinê kurtefîlmeke ku balê dikişîne ser êşên jinan ên di salên şerê li Sûriyeyê de hat pêşandan û şanoyek jî hate pêşkêşkirin.

Share This Article