ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ RIZGARIYA JI DESTHILATA NETEWDEWLETE

Rojava Tv
1 Min Read

çirûska şoreşa 19’ê tîrmehê ya ku ji keleha berxwedanê bajarê kobanê destpêkir, 12 salên tijî destkeftî û berxwedanî li du xwe dihêle.

di nava van salan de gelek destkeftîyên pîroz di milê siyasî,leşkerî, aborî.rêxistinî û hwd hatin bidestxistin.

jinên herêmê pêşengî ji şoreşê re kirin û niha li herêmê jin roleke avaker di hemû qadan de dilîze û hebûna xwe ji bo civakeke demokratîk û azad dide îsbat kirin.

Rêvebera Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ya Qamişlo Zînê Aslan ji Rojava tv re got, şoreşa 19’ê tîrmehê weke destanekê bû ku gel ji desthiladariyê parast û rizgar kir.

Zînê Aslan diyar kir ku şoreşa me şoreşeke dîrokî bû, ji ber ku di roja me ye îro de ji 100-80î jin xebatê dide meşandin û bûye xwedî hebûn.

her çendî jinên herêmê pêşengiya şoreşê kirin û di tevahî qadên jiyanê de cih girtin, bi heman rihî salvegera şoreşê pîrozkirin û soza temamkirina xeta pêşengan dan.

Share This Article