Yekîtiya hunermendan a Herêma Firatê bi dirûşmeya huner bîrdanka gelan e, îro konferansa xwe ya yekemîn li bajarê kobanê li dar xist.
Endamên desteya çandê, rewşenbîr, hunermend û nûnerên Rêveberiya Xweser beşdarî konferansê bûn.
Hevserokê TEV- DEM’ê Enwer Muslim spasiya rola hunermendan di parastina destkeftiyên şoreşê de kir.
Her wiha dîwana konferansê, hunermend û rewşenbîrên dêrîn ên ku xizmet ji hunerê re pêşkêş kirine, xelat kir.
Di dawiyê de 5 endam ji bo encumena rêvebirina karê yekîtiyê hatin hilbijartin.
