Kombûna Jinan a Zenûbiya di nava pilanên rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê “Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan ” de li Reqayê civînek li dar xist.
Civîn di bin diruşmeya ” Em bi hevre li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komînal ava bikin ” hat lidarxistin.
Bi dehan endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Partiya Sûriya Pêşerojê, Şaredariya Gel û meclisên herêmî li hola Meclisa Giştî ya şaredariya Selhebiyê ya Reqayê, beşdarî civînê bûn.
Di civînê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Giştî ya kantona Reqayê ve hate kirin.
Axêveran rewşa siyasî ya dawî nirxandin, her wiha bal kişandin ser cureyên tundiyê yên ku li dijî jinan tên kirin, bi taybet li herêmê di bin serweriya hikumeta vaguhêz a Sûriyê de.
Piştî axaftinan, sinivizyonek li ser tundiyê ku li Sûriyê rûdidin hat pêşandan.
