KOÇBERÊN EFRÎNÎ BI MITÎNGEKÊ ÊRÎŞA LI DIJÎ GUNDÊ KAXIRÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Koçberên Efrînî bi mitîngekê êrîşa li dijî Gundê Kaxirê ku di encamê de 20 kes birîndar bibûn, şermezar kirin.
Koçberên Efrînî gotin, divê Tirkiyê ji ber sûc û tawanên xwe yên hovane di dadgehên navdewletî de were darizandin.

Koçberên Efrînî yên li kantona Şehbayê bi mitîngeke girseyî êrîşa çeteyên Tirkiyê ya li dijî gundê Kaxirê şermezar kirin.

Di mitîngê de pankartên li dijî Tirkiyê û çeteyên wê hatin hildan. Her wiha li ser navê koçberên Efrînî daxuyaniyek hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate xwestin ku, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê demildest ji Efrîna dagirkirî derkevin û banga destwerdana lezgîn hate kirin.

Koçberên Efrînî gotin, divê Tirkiyê ji ber sûc û tawanên xwe yên hovane di dadgehên navdewletî de were darizandin.

Roja 15’ê îlonê Jinên Gundê Kaxrê yê Efrîna dagirkirî, li dijî sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker serî hildabûn, lê çeteyên “Emşat” gule reşandin û di encamê de 20 kes ku piraniya wan jin in, birîndar bûn.

Share This Article