XWENDEKARÊN ŞEHBAYÊ DI ROJA 3’EMÎN DE EZMÛNÊN DAWIYA SALÊ PÊŞKÊŞ DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Xwendekarên qonaxên navîn û amadehî li Şehbayê dest bi pêşkêşkirina ezmûnên dawiya sala xwendinê kirin.

Bi hezaran xwendekarên Şehbayê ev 3 roj in ezmûnên xwe pêşkêş dikin û biryar e, ew prose heya 20 mehê berdewam bike.

Mamoste û çavdêrên ezmûnan diyar dikin ku, proseya pêşkêşkirinê bi başî bi rê ve diçe û xwendekar bi moral ezmûnên xwe pêşkêş dikin.

Ji ber dorpêça giran a Hikûmeta Şamê ya li dijî kantona Şehabyê, îsal kerta perwerdehiyê dem bi dem dihate rawestandin, lê desteya perwerdeyê weke alternatîv ji bo dema mehekê dirêjî dabû pêvajoya xwendinê.

Share This Article