PROSEYA BELAVKIRINA MAZOTA ZIVISTANÊ LI CIZÎRÊ DEWAM DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberiya sotemeniyê ya kantona Cizîrê belavkirina mazota zivistanê, ku di destpêka meha Gulanê de dest pê kiribû, berdewam dike.
Hevseroka rêveberiya sotemeniyê ya kantona Cizîrê Nadiya Yûsif anî ziman ku welatî ji belavkirina mazota pêşwext razî ne û îsal ew di xebatên xwe de rastî ti astengîyan nehatine.

Rêveberiya sotemeniyê ya kantona Cizîrê li ser dabînkirina mazota germkirinê ji malbatên bajarê Qamişlo, Hesekê û gundên wê re dixebite.

Di vê derbarê de hevseroka rêveberiya sotemeniyê ya kantona Cizîrê Nadiya Yûsif ji Rojava TV re behsa proseya belavkirinê û dema diyarkirî ya bidawîkirina wê kir.

Her wiha Nadiya Yûsif anî ziman ku welatî ji belavkirina mazota pêşwext razî ne û îsal ew di xebatên xwe de rastî ti astengîyan nehatine.

300 lître para her malbatê ya mazota germkirinê ye û her lîtreya wê jî bi bihayê hezar û 200 lîreyên sûrî ji welatiyan re tê dayîn.

Ji bo belavkirineke wekhev; komîteyên sotemeniyê yên li bajar, bajarok û gundan bi koordîneya komînan çavdêriya pêvajoyê dikin.

Share This Article