Girînendeya Kanalîzasyonan ya girêdayî Şaredariya Gel a Bajarê Hesekê, karê xwe yê rojane di nava tax û kolanên bajêr de dewam dike.
Girînendeya Kanalîzasyonan ji bo haziriyên demsala zivistanê, girûpên pispor di nava taxan de belav kirine û kanalîzasyonên taxan paqij û sererast dikin.
Li aliyekî din, gerînende devê xetên kanalîzasyonan nû dike û boriyên wan jî paqij dike.
Li gorî şaredariya Gel a bajarê Hesekê, armanc ji vê pirojeyê, hêsankirina jiyana rojane di demsala zivistanê de ye.
